Li Ormiyê herî zêde zilam bi nexweşiya AIDSê ketine

Hewlêr (Rûdaw) – Zanîngeha Zanistên Pijîşkî ya bajarl Ormiyê, amara kesên ku li parêzgeha Azerbaycana Rojava bi nexweşiya AIDSê ketine eşkere kir. Li gorî amarê, 327 kes li parêzgehê bi nexweşiya AIDSê ketine.

Li gorî nûçeya ajansa Mêhr a îranî, berpirsê karûbarên tenduristiyê û xizmetguzariyên dermanî yê Zanîngeha Zanistên Pijşkî ya Ormiyê Dr. Resûl Mehdî îro (17.12.2013) di civîneke rojnamevanî de amar û agahiyên derheqê kesên ku bi nexweşiya AIDSê ketine, eşkere kir.

Dr. Resûl Mehdî ragihand, ji destpêka îsal (ji 21ê Adara 2013an) heta niha 327 kes li seranserê parêzgehê bi nexweşiya AIDSê ketine ku 305 jê zilam û 22 jî jin in.

Dr. Mehdî her wiha da zanîn ku heta niha 179 nexweşên AIDSê li parêzgehê mirine ku 177 jê zilam û 2 jî jîn bûne.

Wî berpirsê tenduristiyê bang li malbatan kir ku li zarokên xwe miqat bibin û wiha got: “Ji ber ku piraniya kesên ku bi nexweşiyê dikevin temenê wan di navbera 15-24 salî de ye.”

Li gorî berpirsê karûbarên tenduristiyê û xizmetguzariyên dermanî yê zanîngeha pijîşkî ya Ormiyê, piraniya kesên ku bi nexweşiya AIDSê ketine bi rêya pêwendiyên sêksî yên bêpîvan, bikaranîna şirengên bikarhatî bûye.

Dr. Resûl Mehdî bang li welatiyan jî kir ku serdana navendên pişkinînê bikin da ku zûtir bikaribin pêşiya wê nexweşiyê bigirin.