WHO: Varyanta nû ya înfluenzayê li 30 welatan belav bû
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku varyanteke nû ya înfluenzayê (grîp) derketiye holê û li seranserê cîhanê bi lez belav dibe.
Rêxistinê hişyarî da û got, "Vaksîn, rêbaza herî baş a parastina li hemberî vê varyantê ye."
Seroka Bernameya Înfluenzayê ya Gerdûnî ya WHOyê Dr. Wenqing Zhang diyar kir ku îsal varyanteke nû ya bi navê H3N2 derketiye holê.
Ev varyant cara yekem meha tebaxê li Awistralya û Zelandaya Nû hatiye tespitkirin û niha li 30 welatan belav bûye.
"Vîrusên grîpê her tim diguherin"
Dr. Zhang bal kişand ser wê yekê ku vîrusên grîpê her tim mutasyonê derbas dikin û tekezî li ser wê yekê kir ku divê her sal aşiya grîpa demsalî were lêdan.
Zhang got, "Delîlên heyî îspat dikin ku aşî hîn jî feydeyeke mezin li hemberî vîrusên grîpê didin."
Li gorî daneyên WHOyê, li seranserê cîhanê her sal nêzîkî milyarek bûyerên grîpê tên qeydkirin.
Ji van bûyeran 5 milyon giran derbas dibin û zêdetirî 600 hezar kes ji ber vîrusê canê xwe ji dest didin.
Varyanta H3N2yê çi ye û ferqa wê çi ye?
Li gorî Ajansa Ewlehiya Tenduristiyê ya Brîtanyayê, ev varyanta nû ya ku ji hevgirtina du cureyên cuda yên grîpê pêk hatiye, bi taybetî di kal û pîran de dibe sedema bêhnçikîna giran, serêş, taya bilind û bêhêziya zêde.
Taybetiyên herî diyarker ên ku vê varyantê ji cureyên din ên grîpê cuda dikin, îshal, vereşîn û êşên laş in ku li cem hinek nexweşan tên dîtin.
11 rêyên parastina ji grîpa demsalî
Pispor ji bo parastina ji grîpa demsalî van pêşniyaran dikin:
- Destên xwe herî kêm 20 saniyan bişon.
- Mase û eşyayên derdora xwe bi madeyên dezenfektanê paqij bikin.
- Girîngiyê bidin xwarina fêkî û sebzeyan, bi taybetî jî porteqal û mandalîna.
- Vexwarina avê ya rojane îhmal nekin.
- Ji kesên nexweş dûr bisekinin.
- Dema kuxik û pişkînê destmalan bi kar bînin.
- Ji cihên qerebalix dûr bisekinin.
- Mala xwe pir caran hewa bikin.
- Derziya grîpa demsalî li xwe bidin.
- Ji ber ku sîstema bergiriya laş lawaz dike, (bêyî kontrola doktor) ji derziyên têkel dûr bisekinin.
- Ji bo bihêzkirina sîstema bergiriya laş bi ava nîvgerm an sar serê xwe bişon.