LÊKOLÎN - Hewaya qirêjî dibe sedema Alzheimerê
Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîneke berfireh a ku li Amerîkayê nêzîkî 28 milyon kesên ji 65 salî mezintir beşdarî bûne, nîşan dide ku hewaya qirêjî rasterast rîska nexweşiya Alzheimerê zêde dike.
Lêkoler gihîştin wê encamê ku rûbirûbûna demdirêj a li ber heyberên pîsker ên gelekî hûrik ku wekî (PM2.5) tên naskirin, pêwendiyeke xwe ya xurt bi têkçûna şaneyên mêjî û nexweşiya Alzheimerê re heye.
Tewr heke pirsgirêkên din ên tenduristiyê yên wekî krîz (celte) yan fişara bilind a xwînê (tansiyon) nebin jî ev bandor derdikeve holê.
Ev lêkolîn di kovara PLOS Medicineyê de hat belavkirin ku kovareke zanistî ya cîhanî ye û daneyên 27,8 milyon Amerîkayiyan ên di navbera salên 2000 û 2018an de li xwe digire.
Xala balkêş a lêkolînê ew e ku dibêje, hewaya pîs (qirejî/lewitî) ne tenê bi rêya nexweşiyên dil û krîzê rîska Alzheimerê zêde dike, her wiha bandora wê ya li ser mêjî jî "rasterast" e.
Lêkoler dibêjin:
"Rûbirûbûna demdirêj a li ber hewaya pîs, rasterast xisarê dide mêjî, ne tenê bi rêya nexweşiyên demdirêj ên wekî krîzê, bi fişara xwînê yan depresyonê jî vê dike."
Yên ku krîzê li wan xistiye di bin rîskeke zêdetir de ne
Lêkolîn amaje pê dike, kesên ku berê tûşî celteya mêjî bûne, bêhtir rûbirûyî bandorên xerab ên hewaya pîs dibin.
Sedem jî ew e ku mêjiyê wan ji ber celteyê zerer dîtiye û rê li ber wan heyberên bijehr ên ku bi rêya xwînê digihijin mêjî nagire.
Pispora Tenduristiya Mêjî Ashley Bushê got:
"Di pîskerên hewayê de madeyên kîmyewî hene ku dibin sedema çêbûna stresa oksîdatîv a di mêjî de.
Ev heyberên gelekî hûrik dikarin ji xwînê derbasî nav mêjî bibin û xisarê bidin şaneyan."
Niha li cîhanê zêdetirî 57 milyon kesan bi nexweşiya Alzheimerê ne.
Lêkoler didin zanîn, başkirina kalîteya hewayê û kêmkirina dûyê otomobîlan, kargeh û şewatên daristanan, dê bibe sedemeke sereke ya ji bo kêmkirina rêjeya tûşbûna bi vê nexweşiyê.
Ev yek jî dê bi taybetî ji wan civakên ku ber bi kalbûn û pîrbûnê ve diçin baş be.