Lazer çawa mûyan tune dike?
Rûdaw (Hewlêr) – Bi teknîka lazerê dema mûyên laşê mirovan tên tunekirin, guzeke tejî rohanî bi rêya wê cîhazê dixin ser reh û qurmê mûyan. Qurmê mûyan wê pêla gurzan hildimije û heman ew ronahiya dijwar jî dibe sedema zuhakirina qurmê mû.
Sûdên bikaranîna lazerê:
Lazer ji bo tunekirina mûyên li ser rûçik, mil, pê yan jî her cihekê li bedena mirov ku dîmeneke nexweş çêdike.
1- Lazer bi hûr û kûr mûyan ji holê radike û ti birînekê jî li ser canê mirov çênake.
2- Mûyên endamên jor ên laşê mirov di xulekekê de û yên lingan jî di nav demjimêrekî de tên tunekirin.
3- Piştî 3 heta 7 rûniştinan %90ê mûyên nexwestî bi temamî namînin û di vî warî de lazer serkeftî ye.
Mirov xwe çawa amade dike?
Bikaranîna lazerê tenê bi tunekirina mûyan ve eleqeder nîne. Proseyeke hûr û zanistî ye. Divê kesê pispor lazer bike. Lewma ji bo vî karî divê kesên pispor werin peydakirin.
Ya baş ew e, beriya lazer bikî 6 hefteyan mûyên xwe jê nekî, daku rengên mûyan bi zelalî diyar bibin, gurza pêlên lazerê bi hêsanî qurmê wan bibîne û tune bike. Lê eger mûyan jêbikin lazer nikare bi rehetî binê mûyan bibîne û tune bike.
Herwiha cihên ku lazer bikî ji tîrêjên rojê biparêze. Ji ber ku tav têkbirina mûyan girantir dike û herwiha ji bo tunekirina mûyan celseyên lazerkirinê jî zêdetir dike.
Di proseya rakirina mûyan de çi dibe?
Beriya hemû tiştan mû çend milîmetreyekê li ser rûyê çerm bilind dibe û paşî pêla lazerê li gorî reng, toxî û cihê mû herwiha rengê çerm tê birêxistinkirin.
Jel an jî derman li çerm tê dayîn, pizîşk û ew kesên mûyên xwe radikin berçavkeke taybet didin ber çavên xwe. Piştî proseyê jî kremeke taybet tê bikaranîn. Rûniştina duyemîn piştî 4 heta 6 heftiyan tê kirin. Bi vî awayî rûniştin heta tunekirina mûyan, anku sekinandina geşeya mûyan, berdewam dibe.
Beşnebûn û metrisiyên wê:
Piştî proseyê heta rojek û du rojan çermê mirov weke ku tavê şewitandibe, disoje. Ev demkî ne û pir kêm bandoreke nerênî dikin. Piraniya caran jî ev sotin bêyî pêwîstî bi pizîşk hebe, ji ber xwe ve çêdibin.