JI BO HEWLÊRÊ HIŞYARÎ – Bo 10 rojan stok ma
Hewlêr (Rûdaw) –Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê Saman Berzencî got, li depoyên Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê yên Hewlêrê têra 10 rojan derman maye û heger derman neyê şandin dê li nexweşaneyên Hewlêrê xizmeta dermanan pêşkêş nekin.
Rêvebirê Tenduristiya Hewlêrê Saman Berzencî ji Rûdawê re ragihand, alîkariyên Wezareta Tenduristiya Iraqê û saziyên alîkariyê yên navneteweyî alîkariya derman a pêwîst bo Herêma Kurdistanê pêşkêş nakin û wiha got: “Alîkariya em distînin jixwe ne hejayî behskirinê ye.”
Dr. Saman Berzencî wiha domand: “Stokên di destê me de kêm dibin. Heger alîkariya derman ji me re neyê kirin em dê nekarîn niştergeriyê bikin.”
Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî li Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Hemaşê jî got, ew pê hesana ku pirsgirêka derman li Hewlêrê heye û lewma wan ji rêveberiya Bexdayê derman xwestine.
Berpirsê Depoyên Kelûpelên Tibî û Dermanan li Hewlêrê Dr. Sinan Îbrahim jî diyar kir ku Wezareta darayî 2 meh in destûr nedaya dermanan bikirrin lew,a pirsgirêka nebûna derman mezin bûye.
Dr. Sinan Îbrahim wiha domand: “Di depoyan de bo 10 rojan derman maye. Heger derman neyên şandin jiyana xelkê dê bikeve metirsiyê.”
Dr. Saman Berzencî destpêka vê meha Kanûnê ragihandî bû, ji ber şerê Mûsilê nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê tije bûne û alîkariya derman ji Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Tenduristiya Cîhanî û Hikûmeta Iraqê kiribû.