Çermê we zivistanê zûha bibe xwe zêde neşûn
Hewlêr (Rûdaw) - Di sermaya zivistanê de carina çerme rûyê hinek kesan zûha dibe û ji bo dawî li zûhabûnê bînin pirr zêde xwe bi sabûn û şampûanê dişûn. Pispor vê yekê rast nabînin û dibêjin zûhabûna çerm nexweşiyeke ku bi rewşa derve ve girêdaye.
Bi taybetî li cihên pirr sar çermê rûyê mirovan zûha dibe. Pispor dibêjin sedemek dinê yê zuhabûna çerm jî kalbûn e. Herwiha sedemên genetîk jî çerm zuha dikin.
Ji bo rizgarbûna ji zûhabûna çerm pispor pêşniyar dikin ku divê zêde av û sabûn neyên bikaranîn. Pispor destnîşan dikin ku mirov çiqas dest û rûyê xwe bişo ewqas jî tebeqeya rûn a ser çerm tenik dibe. Dema sabûn jî bê bikaranîn divê tê de zêde maddeyên kîmyewî tinebin.