Ceribandinên vaksîna AIDSê erênî ne: 'Mizgînî nêzîk e'

Hewlêr (Rûdaw) - Heta niha vaksînek li dijî nexweşiya AIDSê tune ye, du lêkolînên bipêşketî li Holenda û Amerîkayê vaksînê diceribînin û pisporên vê qadê dibêjin ku encamên li ser xwebexşan erênî ne.

Di gavekê de ber bi bidawîkirina yekê ji pandemiyên herî kujer ên cîhanê, lêkoleran nîşan da ku gengaz e ku meriv dest bi bersiveke antîkor a bêbandorker a berfireh li dijî HIVê (AIDS) bike ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên vaksînolojiyê ye.

Ceribandineke li Zanîngeha Amsterdamê nîşan da ku vaksîna ku wan çêkiriye heta radeyekê bi giranî bi xurtkirina pergala parastinê ya laş û teşwîqkirina bêtir a şaneyên parastinê ji bo şerê li dijî vîrusê bi nexweşiyê re şer dike.

"Mizgîniya vaksîna yekem a AIDSê nêzîk e"

Prof. Rogier Sanders ku li Zanîngeha Amsterdamê yek ji lêkolerên vê ezmûnê ye û dibêje:

"Me bersiveke îmmunî dît ku nîşan dide em li ser rêya rast in.

Me dît ku em dikarin şaneyên ku em hewce ne ku hedef bigirin bi rastbûna atomî bikin hedef.

Gava din ew e ku van şaneyan bêtir teşwîq bikin da ku antîkorên bêbandorker ên berfireh derxin.

Sanders her wiha got,"Encam li ser beşdarbûyan erênî ne û mizgîniya vaksîna yekem a AIDSê nêzîk e."

Lêkolîneke din jî niha di qonaxa ceribandinê de ye ku kompanyaya Modernayê ya Amerîkî dike.

Di wê lêkolînê de jî hat dîtin ku ew vaksîna ku wan çêkiriye di şêweya mRNAyê de ye û li ser her kesê ku hatibe ceribandin, erênî bûye lê belê hinek bandorên nexwestî li ser çermê mirov çêkirine.

Her sal zêdetirî milyonek mirov ku piraniya wan li Afrîkayê ne, bi AIDSê dikevin.

Sala 2023yan de zêdetirî 600 hezar kesî ji ber sedemên têkildarî HIVê mirine.