Li Duhokê nexweşiya PMIS di nava zarokan de derketiye

Duhok (Rûdaw) - Li Duhokê nexweşiyeke nû ya zarokan belav bûye û nîşanên wê û korona nêzîkî hev in. Heya niha 11 zarok li Duhokê bi wê nexweşiyê ketine.

Pisporê nexweşiya zarokan, Dr. Azad Ebdulcebar daxwazê dike her zarokek ku nîşanên vê nexweşiya MS hebin, yekser bo nexweşxaneyê bêne şandin. Navê nexweşiyê PMIS e û ji kesekî bo kesekî din nayê veguhastin.

Nexweşiya PMIS a zarokan piştî koronayê derketiye û nîşanên wê koronayê nêzîkî hev in.

Roza Îdrîs a 8 salî li navçeya Berdereş a Duhokê piştî ji koronayê rizgar bû, piştî du hefteyan tûşî nexweşiya PMISê bû. PMIS yekem nexweşiya piştî koronayê ya zarok pê dikevin.

Dayiya Roza, Diyana Hacî dibêje: “Hemû malbata me bi coronayê ketin. Keça min jî nexweş bû, tayê wê dijwar bûn, me bi nexweşxaneyê. Bijîşk ji me re got ku ew yekem nexweşiya piştî coronayê ye. Bi wê nexweşiyê û germahiya û êşa laşê wê zêde bû.”

Heta niha li Duhokê 11 zarok bi nexweşiya PMIS ketine û ew nexweşî yan piştî korona yan jî ligel coronayê peyda dibe û piranî zarokên di navbera 3 salî heta 12 salî digire.

Bijîşkê Pisporê Zarokan Dr. Azad Ebdulcebar jî got: “Ev 2-3 roj e rêjeya wê zêde bûye. Eger piştî koronayê nîşaneyên weke çavên sor, peqik, xiltekên sor hebe divê zûtirîn dem here nexweşxaneyê.”

Li Brîtanyayê yeke car ev nexweşî hate diyarkirin. Bi gotina pisporan egera peydabûna nexweşiya navborî ew e ku piştî bergiriya laşê zarokan ji ber coronayê lawaz bû, virûs êrişê hemû endamên laş dike.