Li Sineyê di salekê de rê li ber jiberbirina 300 zarokan hatiye girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî tenduristiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku di nava salekê de li parêzgeha Sineyê rê li ber jiberbirina 300 zarokan hatiye girtin.

Wî berpirsî destnîşan kir ku navendên şêwirînê di îqnakirina malbatan de roleke sereke lîstiye.

Cîgirê Serokê Zanîngeha Bijîşkiyê ya Sineyê Xalid Rehmanî ragihand ku di çarçoveya hewlên wan û bi hevkariya navendên şêwirînê yên taybet a malbatan de, wan karî di nava salekê de rê li ber jiberbirina 300 zarokan bigirin.

Xalid Rehmanî diyar kir ku malbat gelek caran ji ber "ducanîbûna nexwestî" yan jî sedemên cuda biryara jiberbirinê didin.

Lê belê navendên şêwirînê yên li ser asta parêzgehê û bi taybetî jî yên li bajarê Sineyê, şêwirên pêwîst didin malbatan ku ji wê biryara xwe vegerin.

Xizmetên derûnî û bijîşkî

Xalid Rehmanî anî ziman ku van navendan xizmetên şêwirîna derûnî, bijîşkî û civakî pêşkêş dikin ku malbat bi hişyarî biryarê bidin.

Rehmanî her wiha eşkere kir ku ji ber bandora erênî ya van navendan, Zanîngeha Bijîşkiyê ya Sineyê hewl dide hejmara wan zêde bike.

Ev xebat di demekê de ne ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jiberbirina zarokan wekî "neyasayî" tê dîtin.

Tenê di hinek rewşên taybet de destûr tê dayîn.

Ew jî di sê mehên ewil ên ducanîbûnê de û bi destûra bijîşk e, bi mercê ku zarok xwedî pirsgirêkeke tenduristiyê be yan jî metirsî li ser jiyana dayîkê hebe.

Amarên jiberbirinê

Li gorî amarên herî nû yên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ku roja çarşemê hatine belavkirin, salane di navbera 10 hezar û 12 hezarî de jiberbirinên "yasayî" li nexweşxaneyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tên tomarkirin.

Pisporên civakî bawer dikin ku krîzên aborî, rewşa malbatî û daxwaza dê û bavan a ji bo kêmkirina hejmara zarokan sedemên sereke ne ku malbat serî li jiberbirina zarokan didin.