Nexweşiya şekir û rojîgirtin

Hewlêr (Rûdaw) - Alema Îslamê kete meha Remezanê û gellek kes dîsa pirsa gelo nexweş dikarin rojiyê bigirin ji xwe dikin. Nexweşên şekir di warê girtin anjî negirtina rojiyê de dudilî ne. Li seranserê cihanê nêzîkî 400 milyon mirov bi nexweşiya şekir dijîn. Herwiha derdora 300 milyon mirov bi metirsiya ketina vê nexweşiyê re rû bi rû ne. Li gor daneyên Federasyona Nexweşên Şekir ya Navnetewî (International Diabetes Federation - IDF) hejmara mirovên bi vê nexweşiyê wê di 20 salên pêş de bigihije 522 milyonan. 

Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku nexweşiya şekir pirranî ji ber qelewî, xwarina bi rûn û kêmlebatê peyda dibe. Pê ve girêdayî jî pêwist e yên nexweş bi taybetî gellek av vexwin û xwarinên ku pispor pêşniyar dikin bixwin. 

Pêwist e bi bijîjk re şêwir were kirin

Pisporên nexweşiya şekir derbarê rojîgirtinê de balê dikişînin ser hesasiyeta nexweşiyê û pêşniyar dikin ku nexweş beriya rojîgirtinê bi bijîşkên xwe bişêwirin. Herwiha eger bijîşk rojîgirtinê ji bo kesê nexweş metirsî nebîne, dîsa jî pêwist e ew berdewamî di bin çavdêriya bijîşk de bimîne. 

Divê bi şev sê caran xwarin were xwarin

Di vê hêlê de gellek rênîşanker hene û bal li ser wê yekê tê kişandin ku pêwist e bawermendên bi nexweşiya şekir di dema rojiyê de bi alîkariya pisporan bernameyake dema xwarinê ji xwe re daynin. Ya herî girîng jî ew e ku ji bilî dema fitar û paşîvê, pêwist e seet derdora 11.00ê şevê xwarinên ku pispor pêşniyar dikin bên xwarin. 

Di va hersê demên xwarina taybet a rojiyê de jî divê nexweş hewl bidin ku xwe heta astekê ji nan, xwarinên ji hevîr, birinc, miqerne, petat û herwiha xwarinên bi şekir biparêzin. Di heman demê de li şûna ku di carekê de gellek xwarin were xwarin, pêwist e nexweşên bi rojî xwarina xwe hêdî hêdî bixun. 

Pêşîlêgirtina nexweşiya şekir

Ji bo mirov xwe ji nexweşiya şekir biparêzen jî, pêwist e standarta di navbera bejin û kîloyan de li ber çavan were girtin. Xwarina saxlem jî di warê pêşîlêgirtina nexweşiyê de roleke gellek mezin dilîze. Pêwist e mirov gellek fêkî û şînayiyê bixwe. Xwedûrkirina ji xwarina zêde ya bi rûn yek ji giringtirîn hokare ku mirov bikaribe xwe ji nexweşiya şekir biparêze. Lebat ango spor ji gellek hêlan ve ji bo pêşîlêgirtina şekir yek ji baştirîn tişte ku dikare vê metirsiyê kêm bike. Kesên ji sporê hez nakin jî dikarin rojane bi meşê cihê sporê dagirin. Bêguman ji bo nexweşî xerabtir nebe, divê nexweşiya şekir jî hay ji hersê hokaran hebin.