Heke hûn naxwazin mêjiyê we zû pîr bibe têr razin!

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke nû ya ku li ser zêdetirî 27 hezar kesên di navbera 40 û 70 salî de hatiye kirin, dibe ku mêjiyê kesên ku xewa wan ne baş e, nêzîkî salekê ji temenê wan ê rastî pîrtir xuya bike.

Lêkolîna ku di kovara bijîşkî ya Brîtanî The Lancetê de hat weşandin, adetên xewê û nexşeyên MRI yên mêjiyê beşdaran analîz kirin û bi bikaranîna hişê çêkirî "temenê mêjî" yê her kesî texmîn kirin.

Ev pîvaneke biyolojîk e ku li ser bingeha şêwazên wekî windabûna şaneyan, ziravbûna kortîkal û zirara rehên xwînê ye.

Lêkoleran dît ku mêjiyê kesên xwedî profîlên xewa nebaş, bi awayekî berbiçav ji temenê wan ê kronolojîk pîrtir xuya dikir.

Her kêmbûna di kalîteya xewê de bi nêzîkî şeş mehên pîrbûna zêde ya mêjî ve girêdayî bû.

Bi navînî, mêjiyê kesên bi adetên xewa nebaş ên wekî bêxewî (insomnia), xurxur (snoring), dema xewê ya nenormal an jî kronotîpa dereng  nêzîkî salekê ji temenê wan ê rastî pîrtir xuya dikir.

Lêkoleran got, "Diyarbûna temenê mêjî yê bilindtir ê ji temenê wî yê rast, dikare bibe nîşaneke dûrketina ji pîrbûna tendurist."

Lêkolînên berê nîşan daye ku mêjiyekî ku pîrtir xuya dike bi kêmbûna zûtir a zanînê, rîska demansê (xurifîn) û heta mirina zûtir ve girêdayî ye.

Tîmê her wiha dît ku werimîn (inflammation) dibe ku beşeke vê pêwendiyê rave bike.

Xewa nebaş dikare asta werimînê di laş de bilind bike ku ev yek jî dibe ku zererê bide rehên xwînê û şaneyên mêjî.

Werimînê ji sedî 10ê pêwendiya di navbera kalîteya xewê û pîrbûna mêjî de pêk dianî.

Lêkoleran got ku her çi qasî pîrbûna mêjî neyê astengkirin jî hilbijartinên şêwaza jiyanê dikarin wê hêdî bikin.

Parastina bernameyeke xewê ya birêkûpêk, sînordarkirina kafeîn, alkol û dema ekranê ya berî xewê û avakirina jîngeheke xewê ya bêdeng û tarî dibe ku tenduristiya mêjî ya demdirêj biparêzin.