Li Ewropayê alarm, kotîbûn piştî 44 salan vegeriya

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ewropayê nexweşiya kotîbûnê ku bi pêşketina bijîşkiyê êdî kêm dihat dîtin û hema bêje hatibû jibîrkirin, bi nûçeyên ji Romanya û Xirwatistanê careke din ket rojevê.

Li Romanyayê piştî nêzîkî nîv sedsalê cara ewil e ku rewşên kotîbûnê tên tesbîtkirin û vê yekê rayedarên tenduristiyê xistin rewşa amadebaşiyê.

Li Romanyayê bi xebatkarên germavekê re hat dîtin

Wezareta Tenduristiyê ya Romanyayê daxuyand ku li bajarê Clujê yê li bakurrojavayê welêt bi du xebatkarên germavekê re nexweşiya kotîbûnê hatiye dîtin.

Hat diyarkirin ku ew her du jinên 21 û 25 salî welatiyên Endonezyayê ne û wekî masoz kar dikin.

Rayedaran destnîşan kir ku ev piştî 44 salan rewşên ewil in ku li welêt tên dîtin.

Yek ji wan nexweşan beriya demekê çûye Asyayê û li wir mehekê li cem dêya xwe maye ku ew jî tedawiya kotîbûnê dibîne.

Ev rewş nîşan dide ku nexweşî ji derveyî welêt hatiye.

Wekî tedbîr germava navborî bi awayekî demkî hat girtin û paqijiyeke berfireh lê hat kirin.

“Metirsin”

Wezîrê Tenduristiyê yê Romanyayê Alexandru Rogobete ji bo kêmkirina fikarên raya giştî daxuyanî da û got, “Pêdivî bi tirsê nîne.”

Rogobete diyar kir ku ji bo civakê rîskeke giştî tune û anî zimên:

“Pêdivî nîne welatiyên me bitirsin. Kotîbûn ne nexweşiyeke wisa ye ku zû û hêsan belav dibe.

Ji bo ku vîrus veguhêze divê têkiliya nêzîk û demdirêj bi kesê nexweş re hebe.”

Li Xirwatistanê jî hat dîtin

Nûçeyeke mîna vê ji bajarê Splitê yê Xirwatistanê jî hat.

Li Splitê bi kesekî re nexweşiya kotîbûnê hat dîtin.

Rayedarên tenduristiyê yên Xirwatistanê ragihand ku wan ew nexweş yekser xistiye bin karantînayê û dest bi tedawiyê kiriye.

Ji bo kesên ku têkiliya wan a nêzîk bi nexweş re çêbûye jî tedawiya “rêlibergirtinê” hatiye sepandin.

Hat diyarkirin ku rîska belavbûna nexweşiyê ya li nav civakê “gelekî kêm” e.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê: Teşxîsa zû jiyanê rizgar dike

Li gorî amarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), kotîbûn nexweşiyeke kronîk e ku dibe sedema birînên çerm, windakirina hestên di ling û destan de û xisara rehan.

Her çi qasî berê wekî "nexweşiyeke bê derman û tirsnak" dihat dîtin jî îro bi saya dermanan dema zû bê teşxîskirin bi temamî tê tedawîkirin.

Pispor didin zanîn ku rewşên wiha encama tevgera navneteweyî ne lê bi saya sîstemên bipêşketî yên tenduristiyê îhtimala ku bibe şewbeke mezin kêm e.