Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî piştgirî dide kampanyaya Rûdawê
Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) ji ber kampanyaya bi navê “Antitobacco” Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir.
Berpirsê Bernameya Antitobacco ya Rojihilata Navîn a Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) Dr. Samir El Hilfit ragihand, ji bo ku proje bi ser bikeve, li gel hevkariya zanistî, ew amade ne ku her cûre alîkariyê bikin.
El Hilfit daxwaz kir, ku navendên lêkolînê yên herêmî û navdewletî tevlî projeyê bibin û lêkolînên berfireh pêk bînin.
Dr. Samir El Hilfit got: “Fikra dayîna xelatan bo kesên ku cixarê berdidin, divê were pîrozkirin. Ji bo ku proje bi ser bikeve, divê her kes beşdarî projeyê bibe.”
Tora Medyayî ya Rûdawê bi sponsoriya Enstîtuya Teknîkî ya Hewlêrê, kampanyaya “Antitobacco” da destpêkirin. Li ser malpera Rûdawê di nav 4 rojan de 923 kesan serî lê dan. Serlêdan heta 9ê Tîrmehê berdewam e.