Nexweşiya AIDSê di nav jinên Îranê de bileztir belav dibe!

24-11-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Saxlemiyê ya Îranê eşkere kir, di nav jinên îranî de nexweşiya AIDSê li gorî zilaman bileztir belav dibe.

Serokê Navenda AIDSê ya Wezareta Saxlemiya Îranê Ebas Sidaqet ragihand, par li Îranê 28 hezar nexweşên AIDSê hatibûn tomarkirin ku %38.9 ji wan bi rêya têkiliyên cinsî bi wê nexweşiyê ketine.

Li gorî malpera Wezareta Saxlemiyê, Ebas Sidaqet da zanîn ku ji nav wan nexweşiyan nêzîkî 10 hezar jin in û got, rêjeya belavbûna nexweşiya AIDSê (vîrûsa HIV) di nav jinan de li gorî salên din pir zêde bûye û AIDS di nav jinan de bileztir belav dibe.

Li gorî amarên Wezareta Saxlemiyê ya Îranê, par li Îranê nêzîkî 28 hezar kes bi nexweşiya AIDSê ketine ku %88.7 jê zilam û %11.3 jî jin bûne.

Her wiha li gorî amarên wê wezaretê, sala 2012an jî li Îranê nêzîkî 26 hezar kes bi nexweşiya AIDSê ketibûn ku %10.2 jê jin bûne.

Ji aliyekî din, saziyên sivîl ên mîna Navenda Lêkolînên AIDSê û Komîteya ADISê yên Îranê dibêjin, amarên ku hikûmetê eşkere kiriye rastiyê nîşan nade çimkî herî kêm li Îranê 90 hezar kes bi nexweşiya AIDSê ketine ku derdora 70 hezarî yan nizanin nexweş in yan jî nexweşiya xwe vedişêrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst