Şaşiyên herî berbelav ên rojîgiran çi ne?

Hewlêr (Rûdaw) - Du saziyên tibî û tenduristiyê bal kişand ser çend xeletiyên rojîgiran ku bandoreke neyînî li tenduristiyê dikin.

Yek ji wan xeletiyan jî ew e ku heta paşîvê şiyar dimînin.

Hormon têk diçin

Saziya Tibî ya Hemedê ya li Qeterê û Komeleya Xwarin û Dermanan a li Erebistana Siûdî li ser mijarê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, bêxewî yan jî kêmxewî dibe sedema têkçûna hormonên laş.

Ev yek di dema rojiyê de dibe sedema hêrsbûn û dilgiraniyê.

Xeletiyên rojîgiran

Li gorî pisporan çend xeletiyên ku rojîgir dikin ev in:

Zêdexwarina di fitarê de: Pergala ferikandinê piştî wan demjimêrên dirêj ne amade ye ku ji nişka ve zêde xwarin û vexwarinê qebûl bike. Ev yek dibe sedema nerihetiya mîdeyê.

Kêmaxwarina avê: Pêwîst e di navbera fitar û paşîvê de nêzîkî 2,5 lître av were vexwarin.

Şiyarmayîna heta paşîvê: Bêxewî hormonan têk dibe û di dema rojiyê de dibe sedema hêrs û dilgiraniyê.

Zêdexwarina şêrînî û xwarinên sohrkirî: Ev xwarin asta şekir û kolestrolê di xwînê de zû bilind dikin. Piştî demekê jî dibin sedema bêhêzî û westînê.

Zêderûniştin û bêlivî: Divê piştî fitarê liv û tevger hebe, rûniştina zêde xisar e.