Mamostayekî kurd dermanê benckirinê ji giyayekî jerhdar dahên dike
Silêmanî (Rûdaw)- Lêkolîna mamostayê zanîngeha Silêmaniyê gihişte wê encamê ku hikûmet dikare di rêya celebekî ji giyayekî siruştî re ku li Kurdistanê tê çandin, deriyekî li ser weberanîna dermanê benckirinê veke, ku her salê, ji aliyê wezareta tendirustî ve gellek pere tên dan bi vî dermanî.
Dr. Ehmed Heme Emîn bo lêkolîneke xwe giyayek hilbijart bi navê (Datore) ku bi kurdî jê re tê gotin (Jûjîle) û hin caran bi (Giyayê bogene) binav dibe, lê dawiyê ev kar bi dahênan bidawî bû û deng da.
Wek ew behs dike, ev (datore) madeyên alkalî tê de hene wek (Toptîn), (Skopolamîn) û (Hayosyamîn). Ev celeb ji madeyan pêkhênerên sereke yên dirustbûna wan dermanan in, ku di cîhanê de bo benckirina nexweş di dema neştergeriyê de tên bikaranîn.
Dr. Ehmed bi sedema wê yekê ku dem hindik li ber destê wî ye, nikare bi awayekî meydanî li vî giyayî bigere û zanibe di kîjan navçeyê de bêhtir ev giyayê siruştî tê çandin, li goristana Silêmaniyê û li tenişt yekê ji goran giyayekî jûjîle dît “Ev giya hêj bi tevayî geş nebûye, wate hêj temenê wî maye heta kar li ser bike.”
Dr. Ehmed serokê beşê berhemên giyayî li kolêja çandiniyê li zanîngeha Silêmaniyê, beşekî mezin ji lêkolînên meydanî li ezmûngeha kolêja xwe kiriye “Yek ji wan amêrên ku min kar li ser kir, amêra (Robert Iyakoreyter) e. Me made xiste nav şileyeke kîmawî ji bo piştre cuda bikin, her samplekê 3 çarek xwest, piştre me ew şandin bo HPLC, li ezmûngeha kolêja dermansaziyê me dît, ku tibaba wê madeyê çiqas tê de ye û celebê wê çiye.”
Ev mamosta kêfxweş e bi wê yekê ku karîbû bi roleke mezin bi dîtina giyayekî piştguhbûyî rabe. Gelek kesan jî giyayê jûjîle dîtine, lê ti guh nedanê. Pelekî wî yê keskê tarî û pan heye û bi çend rengan gulan derdixe. Li ser akrana kompyûtera xwe çend celeb ji gulên vî giyayî danine û dibêje ev giyayê ku min kar li ser kiriye.
Dr. Ehmed behsa metirsiyên vî giyayî jî dike eger xelk ne haydar di destpêdan yan bikaranîna wî de, çiku ajel naxwe û giyayekî tal e “Divê destê rût lê nekeve, çiku jehrdar e.”
Mamosteyekî heman kolêjê dibêje dema Dr. Ehmed dest bi projeya xwe kir, wan bawer nekirin ku bigihe encameke wiha mezin “Çiku ezmûngehên wiha mezin û tijî amêrên pêşketî li Kurdistanê nînin.”
Dîdar Ebdulkerîm ku mastera wî, di biotechnology de, heye, dibîne tiştê ku Dr. Ehmed bidest xistiye divê şanazî pê bibe “Çiku ne di asta ezmûngehên Kurdistanê de ye.. Ev tiştê ku kiriye hewleke gellekî cidî bû.”
Giyayê jûjîle, li navçeyên zuha tê çandin, lê bi avdanê bêhtir û zêdetir geş dibe. Lê ev dahên nikare Dr. Ehmed kêfxweş bike, çiku wek wî got çend salan lêkolîna wî ketiye nav faylekê û hikûmet ne lê dipirse û ne kar li ser dike “Dema projeyên eqlê zanistî piştguh bibin û kes lê nepirse, hêza wan ewqasî namîne bîra dahênê û karên din bibin.”