Bi giyayê kurdî ji nexweşiya penceşêrê rizgar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Nexweşekî penceşêrê ku 6 caran neştergerî û 26 derziyên kîmyewî jî jê re nebûye çare, bi bikaranîna giyayekî ji nexweşiya xwe rizgar dibe.

 

Husên Mihemed Mistefa yê 46 salî, xelkê nahyeya Jarawa ya ser bi navçeya Pişder a bajarê Silêmaniyê ye.

 

Ew piştî ku 3 salan ji dest nexweşiya penceşêrê dinale û ti rêyên pizîkşî namînin, giyayê Gula Payîzê, bi gotineke din Çeqçeqê bikar tîne û ji nexweşiyê rizgar dibe.

 

Husên Mihemed Mistefa derbarê serboriya xwe de ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku 3 sal bûn nexweşiya wî ya  Penceşêra Mîzdankê (Mesene) hebû û ti rênemabûn ku neceribandibû.

 

Di dema bidawîbûna hêviyan de peyda bû

 

Husên got, “Ji ber nexweşiyê 6 caran ketim ber neştergeriyê, 46 derziyên kîmyewî li min dan lê tendurustiya min roj bi roj xirabtir dibû. Doxtoran biryar dan ku cara heftemîn min emeliyat bikin. Lê doxtorê min li derveyî welat bû û ji bo neştergeriyê divêya li hêviya wî bim. Di wê heyamê de gelek bê hêvî bûm.”

 

Li gorî gotina Husên Mihemed Mistefa, li Brîtanyayê hevalekî wî jê re dibêje giyayê Çeqçeqê bikar bîne dê baş be û ew jî piştî naçar dibe, vî giyayî bikar tîne.

 

 

 

Piştî bikaranîna giya Husên serdana doxtorê xwe dike. Doxtor di dema pişkînînê de jê dipirse ka çi xwariye û ew jî bahsa giya dike. Doxtor jê dixwaze ku bikaranîna giya berdewam bike.  

 

Beriya meha Remezana îsal jî doxtor cara dawîn kontrol dike û dibêje, “Bi temamî ji vî nexweşiyê rizgar bûyî.”

 

Husên dibêje wî ev serboriya xwe li ser torên civakî parve kiriye û zêdetirî 2 hezar kesan serdana mala wî kirine û ji Amerîka, Swêd û Brîtanyayê ve ji bo pirskirina giyayê, mêhvanên wî hatine.

 

Derbarê rêbazê amadekirin û bikaranîna dermanê de Husên Mihemed Mistefa wiha axivî:

 

“Desteyek ji giyayê Çeqçeqê ligel 4 lître av nêzîkê 4 saetan tê kelandin. 2 lître ji wê avê dimîne. Paşî dixin nav sarincê û sar dikin. Her sibe piştî taştê îskanek ji avê tê vexwarin. Heta 40 rojan divê ev yek berdewam be.”

 

Bi gotina Husên ew kesên vî dermanî bikartînin, berî ku 40 rojên wan biqedin hets bi başbûna tendurustiya xwe dikin.  

 

Nexweşeke din jî baş bûye

 

Rêzan yek ji wan kesan e ku li Nexweşxaneya Azadî jiber nexweşiya penceşêrê tê dermankirin. Ew dibêje ev 13 roj in vî giyayî bikartîne û hestpê dike ku baştir dibe.

 

Doxtor Mihemed Şivanî ku Husên Mihemed Mistefa yek ji wan nexweşan bûye ku ba wî emeliyat bûye, dibêje, “450 û 500 nexweşên min hene. Em li gorî rêje û cure penceşêrê çareseriya derman an jî neştergeriyan dikin. Hinek nexweş di emeliyatekî de jê xilas dibin lê hinek ji wan piştî birîna cihê penceşêrgirtî, careke din penceşêrê digrin.”

 

Li ser rewşa Husên jî Dr. Mihemed Şivanî got, “4-4 caran hate emeliyatkirin. Lê cara dawî dema me kontrolkir, mîzdanka wî pir paqij bû. Bixwe jî got ku ev giya bikaraniye. Bi tevî giyayê dermanên kîmyewî jî bikar dianî.”

 

Dr. Şivanî herwiha derbarê diyayê Çeqçeqê ku Husên Mihemed Mistefa bikar aniye jî got, “Heta niha li ser vî giyayî ti lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Lewma em nikarin jiber xwe ve tiştekê bêjin.”