36 Photos
Hewlêr (Rûdaw) - Li Hotela Rotana ya Hewlêrê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê Yekemîn Konferansa TEDx a Zanîngeha Pizîşkî ya Hewlêrê tê sazkirin.
Konferans ji aliyê Dr. Îman Kakil û çend hevalên wê ve hatiye organîzekirin û armanc komkirina kesên rewşenbîr e bo pêşkêşkirina çend gotarên kurt di warên cuda de.
Herwiha behsa fikrên nû tê kirin û babetên girîng ên nav civakê tên gotûbêj kirin.
Di konferansê de çend kesan gotarên xwe pêşkêş kirin û hê hinek kes jî mane.
Yek ji wan Rêveberê Dîskê Tendirûstî û Bêjerê Rûdawê Dr. Aras Biradostî ye û behsa ezmûna xwe dike. Konferans heta saet 03:00ê piştî nîvro berdewam dibe.