Îsota sor bixwe bila çermê te ciwan be
Hewlêr (Rûdaw)- Eger we heta niha ewqas tiştên bedewkirinê kirriye lê ti sûdeke wan nebûye hemiyan bavêjin û tenê îsota sor bixwen.
Îsota sor pincareke bitehm e û bixavî û bikelandî tê xwarin.
Di libek îsota sor de têra rojekê vîtamîna C heye her wiha di îsota sor de vîtamîna B6 jî heye “fîbra diyetê” jî tê de heye.
Sûdên îsota sor tenê ev nînin ji ber ku îsota sor xwîna mirov li nav damaran de baştir digerîne û çermê laşê mirov ciwantir dike.
Eger hûn dixwazin genc bimînin îsota sor bixwen. Her roj li nav sarinca xwe îsota sor amade bikin ji bo tenduristiya laşê we.