WHO: Divê baca li ser alkolê were zêdekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di raporeke nû de amarên metirsîdar ên li ser zererên vexwarinên alkolî li Yekîtiya Ewropayê (YE) belav kirin û daxwaza tedbîrên bilez ên ji bo sînordarkirina wê kir.
Li gorî rapora WHOyê, tenê sala 2020an li welatên Yekîtiya Ewropayê 111 hezar û 300 kes ji ber nexweşiyên girêdayî vexwarinên alkolê nexweş ketine.
Her wiha di heman salê de nêzîkî 93 hezar kesan ji ber heman sedemê mirine.
WHOyê hişyarî da ku vexwarina alkolê sedema sereke ya herî kêm 7 curerên penceşêrê ye ku di nav de penceşêra memikan û rûviya stûr (kolon) jî hene.
WHO ji ber van amaran ji welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dixwaze ku baca li ser vexwarinên alkolê bi awayekî berbiçav zêde bikin.
WHOyê amaje bi wê yekê kir ku divê êdî di çanda Ewropayê de vexwarina alkolê wekî tiştekî asayî neyê dîtin û xwest ku ji bo guhertina vê nêrîna civakî xebat were kirin.