Dermanên nû yên Rûsyayê: Pîrbûn û kalbûn dê bibin dîrok?
Hewlêr (Rûdaw) - Zanayên Rûsyayê ragihand ku plan dikin 2 dermanên nû yên ji bo dermankirina genan bi pêş bixin ku li hemberî pîrbûn û kalbûna xaneyan disekinin û wê pêvajoyê berovajî dikin.
Yek ji wan dermanan geneke diyarkirî ya bi navê RAGEyê dike armanc ku dibe sedema destpêkirina pîrbûna xaneyan.
Dermanê din jî ji bo dermankirina "sarkopenyayê" ye ku ew jî tê wateya lawazbûn û windakirina hêza masûlkeyan.
“Gaveke xurt e”
Cîgirê Wezîrê Zanist û Xwendina Bilind ê Rûsyayê Denis Sekirinskiy li ser mijarê daxuyaniyek da û anî ziman:
“Astengkirina genê RAGEyê dikare xaneyan ji bo demeke dirêjtir ciwan bihêle û ev lêkolîn jî li hemberî pêvajoya pîrbûnê wekî gaveke xurt tê dîtin.”
Denis Sekirinskiy anî ziman ku armanca derziyê ne tenê kêmkirina qurmiçînên rû ye.
Sekirinskiy destnîşan kir ku ew dixwazin xirabbûna endamên girîng ên laş hêdî bikin ku ev yek jî rîska nexweşiyên bi temen re pêwendîdar kêm dike.
Di nav van nexweşiyan de nexweşiya şekir, nexweşiyên dil û xirabbûna movikan hene.