Metirsiya veşartî ya di otomobîla we de: Ava germbûyî venexwin
Hewlêr (Rûdaw) - Zanyarên Çînî hişyariyan didin ku şûşeyên avê yên plastîk ên ku di nav otomobîlên de germ dimînin, li ser tenduristiya mirovan dibin metirsiyên cidî.
Li gorî lêkolîneke ku li Zanîngeha Nanjingê hatiye kirin, madeyên jehrî yên ku ji şûşeyên PETê yên li ber germahiya bilind dimînin derbasî nav avê dibin, li ser tenduristiya mirovan gef in.
Encamên lêkolînê
Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku ji şûşeyên plastîk ên ku li ber germahiya 70 pileyî dimînin, madeyên xeter ên wekî antîmon û bîsfenol A (BPA) tevlî avê dibin.
Ev made li gel mîkroplastîkan di laş de kom dibin û di demeke dirêj de dibin sedema pirsgirêkên tenduristiyê.
Metirsiyên li ser tenduristiyê
Bandorên antîmonê di demeke kurt de wekî serêş, têkçûna mideyê û bêxewî xuya dibin lê di demeke dirêj de dibin sedema metirsiya werima pişikê û ulserê.
Her wiha, dibe sedema zêdebûna metirsiya pençeşêrê, nexweşiyên dil û têkçûnên neurolojîk.
Hişyariya pisporan
Zanyar tekez dikin ku divê ew avên di şûşeyên plastîk de ku bi taybetî di mehên havînê de di otomobîlan de hatine jibîrkirin, neyên vexwarin.
Germahiya bilind derbasbûna madeyên kîmyewî ji şûşeyên plastîk di nav avê de leztir dike û bandorên jehrî zêde dike.
Ji ber vê yekê, pispor hişyarî didin ku avên di şûşeyên plastîk ên germbûyî de neyên vexwarin û li şûna wan şûşeyên cam an polayî werin bikaranîn
Her wiha tê gotin ku divê şûşeyên plastîk li cihên germ neyên hiştin û piştî ku carekê germ bûn, neyên bikaranîn.