Du nexweşên Covid-19 li nexweşxaneyeke ser bi Rêveberiya Xweser ve li bajarê Qamişlo. Wêne: Rûdaw TV
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser dest bi qonaxa duyem a vaksînkirinê li dijî vîrusa koronayê li navçeyên di bin kontrola xwe de dike.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye ku Desteya Tendirustiyê ji roja Yekşemê 31/10/2021 ve, dest bi lêdana doza duyem a li vaksîna dijî vîrusa Covid-19 kiriye ku ew jî taybet e bi kesên ku doza yekem wergirtine.
Li gorî zanyariyên Desteya Tendirustiyê, di destpêkê de, karmendên kerta tendirustî û fermanberên Rêveberiya Xweser dê derziya duyem a vaksîna dijî Covid-19 werbigirin.
Doktor Mehmûd El-Ebdulla, Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tendirustiyê ragihandiye, her kesê ku temenê wî bêhtir ji 18 salî ye, vaksînê werdigire, herwiha kesên ku nexweşiyên demdirêj bi wan re hene.
Li gorî amarên Desteya Tendirustiyê, îro Yekşemê 31 Cotmeha 2021an li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 17 pêketiyên Covid-19 li navçeyên Rêveberiya Xweser canê xwe ji dest dane û 261 pêketinên nû hatine tomarkirin, herwiha di wê demê de 13 kes ji pêketiyan jî baş bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse