Amed (Rûdaw) - Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor dê roja yekşemê mazûvaniya Bolusporê bike.
Tîma kesk û sor a ku hefteya borî 3-0 zora Hataysporê bir, bi 67 puanan di rêza duyem de ye.
Lîdera lîgê Erziromspor bi 69 puanan li lûtkeyê ye.
Erokspor bi 63 puanan di rêza sêyem de û Çorumspor jî bi 62 puanan di rêza çarem de cihê xwe digirin û ji bo şampiyoniyê têdikoşin.
Amedspora ku dixwaze hemû maçên xwe yên mane qezenc bike û derkeve Super Lîgê, ji bo maça krîtîk a hefteya 33yan a Lîga Yekemîn amadekariyan dike.
Tîma kesk û sor ku dixwaze bi şampiyoniyê dilê bi milyonan alîgirên xwe xweş bike, dê roja yekşemê li mala xwe mazûvaniya Bolusporê bike.
Di vê qonaxa lîgê de êdî mafê Amedsporê yê windakirina puanan nîne.
Ji bo ku tîma kesk û sor hem ferqa puanan biparêze û hem jî şansê xwe yê lûtkeyê zêde bike, divê ji maça Bolusporê bi serkeftinê derkeve.
Lîstikvan û rahêner ji xwe bi bawer in
Lîstikvanê Amedsporê Mbaye Diagne destnîşan kir ku ew di rewşeke gelekî baş de ne û got:
"Em dê tiştê pêwîst bikin. Rewşa tîmê aram e û her tişt bi başî bi rê ve diçe.
Em xwedî xewn û armanceke mezin in û bi alîkariya Xwedê em dê bibin şampiyon.
Em karê xwe didomînin da ku em bi awayê herî baş xizmeta tîma xwe bikin."
Lîstikvanê Amedsporê Adama Traore bal kişand ser girîngiya sê puanan û got:
"Bi baweriya min, serkeftina di vê maçê de gelekî girîng e. 3 puan ji bo me gelekî girîng in.
Loma divê em hewl bidin di hemû maçan de bi ser bikevin da ku em nasnavê şampiyoniyê ji bo tîma xwe bi dest bixin."
Golparêzê Amedsporê Erce Kardeşler jî wiha axivî:
“Înşalah dê Xwedê vê şampiyoniyê bike nesîbê me. Hemû tîm di vê xeyalê de ye.
Lewra dema em bibin şampiyon ew hest û serkeftin dê heta em hebin bi me re be. Em dê wê bîranînê ti caran ji bîr nekin.”
Lîstikvanê Amedsporê Florent Hasanî got, "Bê guman dê maçeke zehmet be" û wiha pê de çû:
"Lê em armanca xwe dizanin û em dizanin divê em çi bikin.
6 maçên me mane û ev gava yekem e. Me bi awayekî gelekî baş amadekarî kiriye û keşa nav tîmê gelekî guncav e.
Armanca me ya yekane bidestxistina 3 puanan e.”
“Em dê çîrokê bikin roman”
Rahênerê Amedsporê Mesut Bakkal bal kişand ser destkeftiyên xwe yên berê û got:
“Beriya niha di lîga jêr de me li vir çîrokek nivîsîbû. Bi min ew çîrokeke gelekî mezin bû.
Ji tîmên din pirsîbûn, 'Dema te ya herî dilxweş kîjan bû?' Min jî gotibû, 'Dema ku min Amedspor kir şampiyon.'
Înşalah em dê wê çîrokê veguherînin romaneke mezin. Dê bi salan were xwendin û ew dê ji bo min rûmetek be.”
Hêviya alîgiran şampiyonî ye
Niha li ser dil û zimanê bi milyonan alîgirên Amedsporê, hemû amîn ji bo diayê ne: Amedspor bibe şampiyon û hesreta bi salan a Super Lîgê bi dawî bibe.
Alîgirê Amedsporê Alî Batibay got, “Ez ji Amedsporê gelekî hez dikim, înşalah dê bibe şampiyon.
Ez gelekî dixwazim Amedspor bibe şampiyon û bibe yekemîna Tirkiyeyê.”
Alîgirê Amedsporê Ubeyd Yoldaş jî got, “Em dê herin Super Lîgê. Em vê dixwazin.”
Alîgir Muhamed Aslan jî got, “Hebe tune be Amedspor e.”
Alîgir Heyat Kutlu jî nêrînên xwe wiha anîn ziman:
“Amedspor dê bibe şampiyon, heta dê bibe şampiyona cîhanê. Ez bawer dikim.
Ez ji wan re diayan jî dikim û ez her roj wan dişopînim.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse