Tîma futbolê ya Cîhadê ya Qamişloyê ji tîma Huriyeyê 6 gol xwarin
Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Cîhadê ya Qamişloyê li hemberî tîma futbolê ya Huriyeyê ya Helebê 6-0 tek çû.
Li Stadyuma Feyhayê ya Şama paytexta Sûriyeyê lîstika futbolê ya di navbera tîma futbolê ya Cîhadê ya Qamişloyê û tîma futbolê ya Huriyeyê ya Helebê hat encamdan.
Berpirsê tîma futbolê ya Huriyeyê Mistefa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
“Tîma Cîhadê xwedî dîrok û roleke mezin e.
Sedema têkçûna Cîhadê ya bi 6 golan a li hemberî Huriyeyê ew e ku lîstikvanên Cîhadî biçûk in, şarezayiya wan kêm e û rahênana wan jî ne li gorî pêwîst bû.”
Berpirsê tîma futbolê ya Cîhadê ya Qamişloyê Dr. Rêber Misûr jî ji Rûdawê re da zanîn:
“Alîkariya tîma Cîhadê nayê kirin lê sedema sereke ya têkçûnê ew e ku rahênana wê kêm bû.
Ji ber ku piştgirî jê re nîne û stadyuma wê ne di destê wê de ye û derfeta rahênanê jê re nîne.”
Mûsir her wiha daxwaz kir ku aliyên pêwendîdar guhdariya wan bikin û pirsgirêkên li pêşiya wan çareser bikin.
Tîma Cîhadê ya ku piraniya lîstikvanên wê Kurd in sala 1962yan li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê hat damezirandin.