Amedspor bê rahêner ma
Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora ku di Lîga 1emîn a TFFyê de dilîze, ragihand ku piştî lihevkirinê wan rêya xwe û rahêner Mehmet Altiparmak û ekîba wî ji hev veqetandiye.
Amedsporê li ser şandina rahêner Mehmet Altiparmak daxuyaniyek belav kir
Di daxuyaniya Amedsporê de wiha hat gotin:
"Piştî hevdîtinên bi rahênerê me yê Tîma Ayê ya Futbolê ya Profesyonel Mehmet Altiparmak û ekîba wî re, me bi lihevkirineke dualî rêyên xwe ji hev veqetandin.
Em spasiya Mehmet Altiparmak û ekîba wî dikin û di beşa mayî ya kariyera wan de serkeftinê ji wan re dixwazin."
Amedspor di maça xwe ya dawî de 3-0 li hemberî Vansporê têk çûbû.
Altiparmak meha Hezîranê bi Amedsporê re li hev kiribû.
Tê payîn ku klub di demeke kurt de dest bi lêgerîna rahênerekî nû bike.