Hem pêşmerge ye hem werzîşvan e

Silêmanî (Rûdaw) – Rojîn Mihemed hem pêşmerge ye û hem jî werzîşvaneke serkeftî ya endama Klûba Pêşmerge Sporê ye.


Rojîn Mihemed werzîşvana beşa atletîzmê ye û endama Klûba Pêşmerge Spor a Silêmaniyê ye û di heman demê de werzîşvana tîma netewî ya Iraqê ye jî.


Werzîşvana kurd ku xelka navçeya Zaxo ya Duhokê ye dibêje, bûdçeya wê têrê nake ji Zaxo here Silêmaniyê û wiha got: “Ez li Zaxo ligel rahênanek taybet hînkariyê dikim. Ez hewl didin kondîsyona xwe biparêzim.”


Rojîn Mihemed ji Rûdawê re wiha got: “Ez ligel xûşk û birayên xwe yên pêşmerge mil bi mil axa Kurdistanê diparêzin. Ji bo min her du kar jî girîng û pîroz in. Ez niha zêdtir bi karê xwe yê pêşmergetiyê ve mijûl dibim.”


Beriya niha Rojîn seqet bibû û 6 mehan ji werzîşê neçarî dûrketî bû û ew niha xwe ji bo şampiyona Iraqê ya di meha Adarê de li Bexdayê birêve biçe amade dike.


Di sala 2010ê de Rojînê di nav Klûba Pêşmerge Spor a Hewlêrê de dest bi werzîşê kir.


Rojîn li ser navê Iraqê di sala 2014ê de li Libanê beşdarî şampiyoneya erebî û madalyayê bironz bidest xist.