Palewanê Kurd û xwediyê rekorda cîhanî Siyamend Rehman koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Palewanê Kurd û bihêztirîn wezişvanê kêmendam ê cîhanê, Siyamend Rehman duh Yekşemê 1ê Adarê bi sedema krîza dil li nexweşxaneya bajarê Şinoyê koça dawî kir.

Siyamend Rehman, xelkê bajrê Şino yê parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê bû, ku çendîn caran di werzişa hilgirtina halteran de bibû palewanê cîhanê.

Siyamend Rehman, şeva Yekşemê bi sedema derbaskirina kirîza dil, li bajarê Şino jiyana xwe ji dest da.

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî, Serokê parlamentoya Îranê Elî Larîcanî û Wezîrê Werzişê yê wî welatî bi peyamên cuda serxweşî li malbata Siyamend Rehman kirin.

Qaymeqamê Şinoyê jî ragihand, îro Duşemê li yarîgeha 2 hezar kesî ya vî bajarî dê merasima xatirxastina dawî li Siyamend Rehman bihê lidarxistin û paşê dê cenazeyê wî li Goristana Xelîfe Mela Xidir bi axê bê spartin.

Parêzgarê Urmiyê jî bi boneya koça dawî ya wî werzişvanê Kurd, herdu rojên Duşem û Sêşem li bajarê Şinoyê şîna giştî ragihand.

Wî palewanê Kurd, di paraolempîkên 2012 û 2016ê de medalyayên zêr bidest xistibû. Siyamend Rehman herwiha 5 caran bûye palewanê cîhanê û 3 caran jî bûye palewanê lîstikên Para-Asyayî.

Ew werzişvanê Kurd di bilindkirina halteran de xwediyê rekorda cîhanî ye û di wezna 107 kîlogram de haltera 310 kîlogramî bilind kiriye.

Siyamed Rehman, sala 1989ê li bajarê Şino ji dayîk bûye û duh di 1ê Adara 2020 de bi sedema derbaskirina kirîza dil jiyana xwe ji dest da.