Amedspor li pey xewna xwe ye: Maça dawî ya ber bi Lîga Super ve
Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê maça xwe ya dawî ya di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de dilîze.
Çavê bi milyonan alîgiran li vê maçê ye ku xewna wan bibe rastî.
Îro saet 16:00an Amedspor li deplasmanê li hemberî tîma Igdir FKyê derdikeve stadê.
Amedspor dixwaze bi serkeftina vê maçê derbasî Lîga Super bibe ku asta herî bilind a futbolê ya li Tirkiyeyê ye.
Amedsporê di 4 maçên dawî de ti serkeftin bi dest nexistine.
Piştî wekheviya li hemberî Bodrumê, tîmê rêya xwe û rahênêr Mesut Bakkal veqetand.
Sertaç Kuçukbayrak wekî rahênêrê nû hat diyarkirin.
Sertaç Kuçukbayrak berî rahênanan ji lîstikvanan re got, "Ez dixwazim Amedspor bibe şampiyonê Lîga Super."
Roja înê Amedspor bi amadehiyeke temam û bi balafireke taybet çû Îdirê.
Bi dehan alîgir, rojnameger û birêvebirên bajêr jî bi tîmê re çûn da ku piştgiriyê bidinê.
Serokê Amedsporê Nahît Eren ji Rûdawê re got, "Em ji bo serkeftinê hatine û em dê bi dilxweşî vegerin Amedê."
Amedspor çawa derbasî Lîga Super dibe?
Amedspor niha di rêza sêyem de ye. Puanên wê û yên Eroksporê wekî hev in.
Eger Amedspor îro bi ser bikeve, bêyî ku li encama maça Eroksporê binêre, rasterast derbasî Lîga Super dibe.
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ragihandibû ku eger puanên 2 tîman wekî hev bin, encamên maçên di navbera wan de tên hesibandin.
Amedsporê li mala xwe 2-1 zora Eroksporê biribû û li deplasmanê jî 1-1 wekî hev mabûn. Ji ber vê yekê her tişt di destê Amedsporê de ye.
Di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de tîmên yekem û duyem rasterast derbasî Lîga Super dibin.
Tîma sêyem diçe fînala Play-Offê. Tîmên rêzên 4 û 7an bi hev re dilîzin da ku bigihin fînalê û bi tîma sêyem re bilîzin.
Amedsporê îsal 37 maç lîstine, 21 serkeftin, 10 wekhevî û 6 têkçûnên wê hene.
Tîmê 78 gol avêtine, 39 gol xwarine û 73 puan kom kirine.