Tîma Zaxoyê tîma Amedsporê pîroz kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amedspor Tîma Zaxoyê Lîga Super a Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Zaxoyê tîma Amedsporê pîroz kir û got, “Pîroz be dilê Kurdan Amedspor."

Tîma Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê, ji ber derketina wê ya bo Lîga Super peyameke pîrozbahiyê ji bo tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedsporê belav kir.

Amedsporê bi serkeftina xwe ya dawî bilêta derketina Lîga Superê bi dest xist.

Ev serkeftina Amedsporê li her çar perçeyên Kurdistanê rastî eleqeyeke mezin hat û gelek peyamên pîrozbahiyê ji bo tîmê hatin şandin.

Yek ji wan peyaman jî ji Tîma Zaxoyê hat.

"Destkefteke dîrokî ye"

Tîma Zaxoyê li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî peyamek belav kir û serkeftina Amedsporê pîroz kir.

Tîma Zaxoyê wiha got:

"Em wekî Tîma Zaxoyê, ji dil û can pîrozbahiyê li tîma Kurdan Amedsporê dikin bi helkefta derketina wê ya bo Lîga Super a Tirkiyeyê.

Ev ji bo Kurdan û alîgirên Amedsporê destkefteke dîrokî ye."

"Em wekî du birayan in"

Tîma Zaxoyê di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser dostanî û biratiya alîgirên her du tîman û got:

"Em bi vê serkeftina we ya mezin gelekî dilxweş in û em dê her tim piştgiriyê bidin Amedsporê.

Alîgirên Zaxoyê û alîgirên Amedê her tim destê xwe dane hev û wekî du birayan bi hev re bûne.

Pîroz be dilê Kurdan Amedspor."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Kêliyeke ji maçê / Wêne: AFP

Dueloya qoşqetênan û golbarîna li Parîsê

Qeraseyê Fransayê PSG û qodamanê Almanyayê Bayern, bi kurt û Kurmancî 'du qoşqetênên futbola cîhanê' doh bi şev li Parîsê girê xwe bi hev xwerandin