Erdogan Amedspor pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Amedspora ku derket Lîga Super pîroz kir.

Tîma Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspor derket Lîga Super a Tirkiyeyê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Erdogan di peyama xwe de ev tişt anîn ziman:

“Ez Amedspora ku dê di sezona pêş de Ameda me di Trendyol Super Lîgê de temsîl bike, hemû civaka Amedsporê û birayên xwe yên Amedî ji dil pîroz dikim. Ez ji wan re serkeftinê dixwazim.”

Amedspor di hefteya dawî ya Lîga 1em a TFFyê de bi Igdirsporê re 3-3 wekhev ma.

Bi vê encamê Amedspor bû tîma duyem a ku derket Lîga Super.