Hevserokên DEM Partiyê Amedspor pîroz kir: Ev serkeftina gel e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Tulay Hatîmogullari Amedspor Lîga Super
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê ji bo Amedsporê peyamên pîrozbahiyê belav kirin.

Amedsporê Lîga Yekemîn a TFFyê di rêza duyem de temam kir û derbasî Lîga Super bû.

Hevserokan bal kişand ser wê yekê ku serkeftina Amedsporê ne tenê encameke werzişî ye, di heman demê de berhema hevgirtineke civakî ye.

Bakirhan: Ev serkeftin encama keda gel e

Tuncer Bakirhan di peyama xwe ya bi Kurdî-Tirkî de derbasbûna Amedsporê ya Lîga Super wekî “serkeftineke dîrokî” pênase kir û wiha got:

“Ez Amedsporê ji dil pîroz dikim. Ev serkeftina dîrokî encama piştgiriya mezin a gelê me ye. Hezar caran malî ava!

Her kesê ku dil daye Amedsporê îro pir bextewer e. Di Lîga Super de jî em dê bi hemû hêvî û baweriya xwe li gel tîma xwe bin. Her bijî Amedspor!

Derbasbûna Amedsporê ya Lîga Super ne tenê serkeftineke werzişî ye. Ev serkeftin, serkeftina bawerî, ked û hevgirtina gelê Kurd, dostên wan û gelên Tirkiyeyê ye.

Ez birêvebiriya hêja, tîma teknîkî, lîstikvan û kedkarên klubê yên Amedsporê ku gihiştine vê serkeftina dîrokî ji dil pîroz dikim.

Gelê Amedê yê ku seranserê sezonê trîbun tijî kirin û piştgiriyeke mezin da tîma xwe û alîgirên ku li çar aliyê Tirkiyeyê di deplasmanan de ji bo Amedsporê bûn yek dil, xwediyên rastîn ên vê serkeftinê ne.

Li ku derê dijîn bila bijîn, ez spasiyên xwe yên taybet ji alîgirên ku dil dane Amedsporê û piştgirî dane wê re dişînim.

Ez bawer dikim ku dê Amedspor rengekî bide Lîga Super û serkeftinên mezin bi dest bixe. Pîroz be Amedspor!”

Hatîmogullari: Ev serkeftin a me hemûyan e

Tulay Hatîmogullariyê jî di peyama xwe ya ku ji gotinên Tirkî û Kurdî pêk tê de Amedspor pîroz kir û hestên xwe wiha anîn zimên:

“Ez Amedsporê bi dil û can pîroz dikim. Îro Amedsporê ne tenê bajarê Amedê, di heman demê de her kesê ku qîmetê dide ked, bawerî û hevgirtinê kêfxweş kir.

Gelê Amedê û alîgirên wê di tevahiya sezonê de piştgiriyeke mezin da û di vê serkeftinê de roleke pêşeng lîst. Mala wan ava be.

Bila ev serkeftin bibe destpêka rêwîtiyeke hîn mezintir… Her bijî Amedspor!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst