Li Dêrsimê serkeftina Amedsporê hat pîrozkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor derket Lîga Super a Tirkiyeyê. Piştî vê serkeftina dîrokî, li gelek bajaran û bi taybetî jî li Dêrsimê pîrozbahî hatin lidarxistin.
Di maça dawî ya Lîga 1emîn a TFFyê de Amedspor li deplasmanê bi Igdirsporê re 3-3 wekî hev ma.
Bi vê encamê re Amedspor bû tîma duyemîn a ku derket Lîga Super.
Piştî fîtika dawî li gelek bajaran û di serî de jî li Amedê pîrozbahî dest pê kir.
Li Dêrsimê jî xelk bi konvoyên dirêj ên otomobîlan li Qada Seyîd Riza li hev kom bûn.
Welatiyan bi def û zirneyê govend gerand û serkeftina Amedsporê pîroz kir.
Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiyan bûn diyar kir ku Dêrsim û Amed bajarên bira ne û ev serkeftin bûye şahiyeke hevpar.
Cara yekem e ku derdikeve Lîga Super
Amedspor piştî ku bi Igdir FKyê re 3-3 wekî hev ma, di dîroka xwe de cara yekem derket Lîga Super.
Di sezona 2025-2026an de piştî Erzuromsporê Amedspor bû tîma duyemîn ku bilêta Lîga Super wergirt.
Tîma Amedê sezona 2023-2024an di Lîga 2yemîn a Koma Sor de bûbû şampiyon û derketibû Lîga Yekemîn.
Amedsporê par sezon di rêza 9an de temam kiribû.
Berî maça dawî rahêner guherîbû
Berî maça dawî, Amedsporê rahênerê xwe guherandibû.
Birêveberiya tîmê Mesut Bakkal şand û Sertaç Kuçukbayrak anî cihê wî.
Amedsporê di nava sezonê de rêya xwe û rahênerên xwe Mehmet Altiparmak û Sînan Kaloglu jî ji ji hev veqetandibû.