Mezlûm Ebdî: Amedsporê dilê hemû Kurdan geş kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Amedspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, derbasbûna tîma Amedsporê ya Lîga Super pîroz kir.

Amedsporê piştî têkoşîneke dijwar bi serkeftina xwe ya dawî bilêta derketina Lîga Superbi dest xist.

Ev serkeftina dîrokî ya Amedsporê li her çar parçeyên Kurdistanê rastî eleqeyeke mezin hat û xelkê Kurd dilxweşiya xwe nîşan da.

Mezlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û hestên xwe yên ji bo tîma Kurdan anî zimên.

"Dilê hemû Kurdan geş kir"

Fermandarê Giştî yê HSDyê di peyama xwe de keda lîstikvanan pîroz kir û got:

"Em ji dil hemû lîstikvan, xebatkar û hezkiriyên Amedsporê pîroz dikin ku bi ser ketin û gihîştin Lîga Super."

Mezlûm Ebdî di berdewamiya peyama xwe de amaje pê kir ku ev serkeftin ne tenê ya bajarekî ye, ya hemû Kurdan e û got:

"Serkeftina we dilê hemû Kurdan geş kir. Malî ava, her serkeftî bin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst