Bafil Talebanî derketina Amedsporê ya Lîga Super pîroz kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, ji ber derketina wê ya Lîga Super a Tirkiyeyê serkeftina tîma Amedsporê pîroz kir.
Amedsporê îro piştî maça xwe ya bi Idir FKyê re derbasî Lîga Super a Tirkyeyê bû û ev yek li hemû parçeyên Kurdistanê bû cihê şahiyê.
Serokê YNKyê Bafil Talebanî jî ji bo vê serkeftinê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
"Bûye cihê dilxweşiyê"
Bafil Talebanî di peyama xwe de bal kişand ser keda tîmê û destnîşan kir ku ev serkeftin ew hemû dilxweş kiriye.
Bafil Talebanî di peyama xwe de wiha got:
"Ez ji dil û can pîrozbahiyê li lîstikvan, desteya rahêneran û alîgirên Amedsporê dikim ku derketin Lîga Super a Tirkiyeyê.
Derketina Lîga Super a Tirkiyeyê, berhema hewl û keda we ya çend salan e ku ji bo me hemûyan bûye cihê dilxweşiyê."
"Serkeftinê ji we re dixwazim"
Serokê YNKyê di dawiya peyama xwe de jî peyama piştgiriyê da tîma Amedsporê û got, "Dubare ez we pîroz dikim û serkeftinê ji we re dixwazim."
Piştî ku Amedsporê serkeftina xwe misoger kir, ji gelek aliyên siyasî, saziyên sivîl û kesayetiyên Kurd peyamên pîrozbahiyê tên şandin.