Vanspor derbasî lîga jor bû: Dê bi Amedsporê re bilîze

Hewlêr (Rûdaw) - Vansporê piştî ku di fînala Play-Offa Lîga 2ya Tirkiyeyê de Batman Petrolspor têk bir, derbasî Lîga Yekemîn a Trendyolê bû.

Her du tîmên futbolê yên Bakurê Kurdistanê di fînalê de li bajarê Kayseriyê yê Tirkiyeyê hatin pêşberî hev.

Piştî zêdetirî 90 xulekan a lîstikê, ti tîmî gol neavêtin û dema asayî wekhev bêgol bi dawî bû.

Ji bo diyarkirina tîma ku dê bigihêje Lîga Trendyolê ya Tirkiyeyê bi penaltiyan biryar hat dayîn.

Vanspor di penaltiyan de baştir bû, golparêzê wan rê neda golekê û lîstik bi 5-4 temam kir.

Vanspor dê sezona bê li kêleka Amedsporê di Lîga Yekemîn a Trendyolê de bilîze.

Amedsporê serkeftina Vansporê pîroz kir û got:

“Em Van FKya ku di fînala Play-Offê ya Liga 2yan TFFyê de bi serkeftina xwe ya mezin derket Lîga Yekemîn a Trendyolê pîroz dikin.

Em ji dil û can wan pîroz dikin û di lîga wan a nû de ji wan re serkeftinê dixwazin.

Di vê rêwîtiya dijwar de Batman Petrolsporê jî bi gihîştina fînalê ked û têkoşîneke mezin nîşan da.

Em Batman Petrolspor jî ji dil û can pîroz dikin.”

Her çend maç fînal bû jî her du tîmên Bakurê Kurdistanê bi giyaneke werzişî ya herî bilind hatin pêşberî hev.

Berî maçê, alîgirên her du tîman li stadyumê tezahurateke hevpar kir û got, “Kî ne em? Kurd in em.”

Piştî maçê, alîgirên Vansporê bi strana “Batman e Batman e” serkeftina xwe pîroz kir.