Amedsporê li deplasmanê 3 puan bi 3 golan standin

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li deplasmanê 3-0 zora Manisasporê bir û 3 puan standin.

Amedspora ku di hefteya 12emîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de têkoşîna xwe ya ji bo lûtkeyê didomîne, li deplasmanê bû mêvana Manisasporê.

Tîma kesk û sor ku hefteyên dawî bi performansa xwe ya biîstîkrar balê dikişand, di vê maçê de jî 3-0 bi ser ket.

Golên Amedsporê xuleqa 36an Murat Uçar, xuleqa 63yan Adama Traore û xuleqa 88an Felix Ohene Afena-Gyan avêtin.

Bi vê serkeftina krîtîk, tîma Amedê puanên xwe derxist 23yan û di lîgê de derket rêza 3yan.

Amedspor dê hefteya bê li mala xwe mêvandariya Hataysporê bike.