Li Çomanê Festîvala Berfê tê saz kirin

Çoman (Rûdaw) – Îro Festîvala Berfê li navçeya Çomanê tê saz kirin, 9 listikvanên kaşûna navdewletî ji Amerîka, Ewropa û ji lîstikvanên Kurd jî 11 kes beşdarî festîvalê dibin.

 

Bû du roj lîstikvan ji bo çalakiyên xwe rahênanê dikin û bû mehekê jî lîstikvanên biyanî, 20 lîstikvanên Kurd ên kaşûnê perwerde dikin.

 

Îsal 3mîn Festîvala Berfê ye ku li Pirje ya navçeya Çomanê di bin çavdêriya Qaymeqamê Çomanê û Rêveberiya Geşûguzariyê de tê saz kirin.

 

Pirje li bakurê rojhilatê bajarê Hewlêrê ye û 160 kîlometre dûrî bajêr e. Her sal li seranserê Başûrê Kurdistanê û Iraqê herî zêde li Pirje berf dibare.