Li Çomanê festîvala berfê birêve çû
Çoman (Rûdaw) – Roja şemiyê di keş û hewayeke sar û dema barîna berfê de, festîvala xweşemitandina ser berfê li Çomanê birêve çû.
Keçeke werzişvan a Slovenî bi xweşemitandina xwe xelkê mat hişt. Tevî wê 23 werzişvanên din ên navdewletî yên xweşemitandina ser berfê hene ku bi awayekî xwebexş ji bo Festîvala Berfê ya Çomanê ya îsal, nimayîşa xwe pêşkêş kirin.
Werzişvana xweşemitandina ser berfê Anna Tasic ji Rûdawê re ragihand: “Hûn dibînin ku berf dibare û em jî li Kurdistanê festîvala berfê dikin. Sê sal in ji bo vê festîvalê ji Slovakyayê têm û li gel hejmarek werzişvanên xweşemitandinê vê werzişê li cihê herî guncaw a cîhanê dikin.”
Sê tîmên xweşemitandinê yên Kurdî jî, ku hejmara wan 19 werzişvan e, beşdarî festîvalê bûn. Di pêşbaziya şeş kîlometreyê de, werzişvanê Swîsrî Andrias bû yekem. Werzişvanên Kurd jî di pêşbaziyê de bûn û werzişvanekî koma Çomanê, ji yên din zûtir xwe gihande fînalê.
Ramyar Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Em bû du sal rahênana xweşemitandinê dikin û em fêr bûne ku teknîkên vê werzişê çi ne. Devera me ji bo vê werzişê devereke guncaw e û eger rahênerên me hebin, em dikarin xweşemitandineke baş bikin.”
Berpirsê Ragihandinê yê Geştûguzariya Çomanê Huner Ehmed ji Rûdawê re ragihand: “Di bin çavdêriya qaymeqam û Rêveberiya Geştûguzariya Çomanê û V.I Kurdistanê de, ev festîval hatiye rêkxistin û armanc jî nasandina devereke Kurdistanê ye ku çar demsal berf lê dibare.”
Werzişa xweşemitandina ser berfê ji werzişên herî giring ên sektora geştiyariyê ya zivistanê ye. Li Başûrê Kurdistanê jî Çoman ku tenê 160 kîlometsre ji Hewlêrê dûr e, her çar demsal berf heye.