Igdirsporê Antalyaspor da ber golan: 6-0

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Igdir FKyê ya Bakurê Kurdistanê tîma Lîga Superê Antalyaspor 6-0 têk bir.

Di maça hefteya 3yemîn a Koma Byê ya Kupaya Zîraatê ya Tirkiyeyê de tîma Lîga 1emîn Igdir FK û tîma Lîga Superê Antalyaspor hatin pêşberî hev.

Maça ku li Stadyuma Bajar a Îdirê hat lîstin, bi serkeftina mezin a Îdirsporê bi dawî bû.

Tîma mazûvan hevrikê xwe bi encama 6-0 destvala şand mala xwe.

Golên maçê

Golên serkeftinê yên Igdirsporê xulekên 12 û 24an Antoine Conte, xuleka 16an Aaron Suarez, xuleka 31ê Dorin Rotariu, xuleka 50î Ozder Ozcan û xuleka 85an Gianni Bruno tomar kirin.

Îdirsporê puanê xwe kir 4

Bi vê encamê re Igdir FKyê puanê xwe yê di Kupayê de derxist 4an.

Antalyaspor di dawiya 3 maçan de bê pûan ma.

Di hefteya bê ya maçên Kupayê de Igdir FK dê biçe deplasmana Bodrum FKyê.

Antalyaspor jî dê li stadyuma xwe mazûvaniya Samsunsporê bike.