Lîstikvanên Petrolsporê: Em dê îsal xeyala bajêr pêk bînin
Êlih (Rûdaw) - Êliha Bakurê Kurdistanê bi bayê şampiyoniyê diheje. Tîma Batman Petrolsporê ya ku bi 73 puanan di Koma Spî ya Lîga Duyem de lîder e, vê şemiyê derdikeve maçeke çarenivîssaz.
Eger Batman Petrolspor li mala xwe tîma Muglasporê têk bibe, 4 heftiyan berî dawiya lîgê şampiyoniya xwe radigihîne.
Piştî bendewariya 25 salan, bajar ji bo pîrozbahiyê amade ye û alîgir bi kelecan in.
"Em li benda alîgirên xwe ne"
Batman Petrolspor bi ferqa 8 puanan li pêşiya reqîbê xwe yê herî nêzîk Muglasporê ye.
Rahênerê Batman Petrolsporê Serdar Bozkurt ji Rûdawê re got, “Ev kar hîn temam nebûye. Em roja şemiyê li benda alîgirên xwe ne.
Înşalah em dê maça xwe qezenc bikin û gava herî mezin a ji bo şampiyoniyê bavêjin.”
Lîstikvanên tîmê jî diyar dikin ku ew bi şiyana xwe bawer in û dixwazin vê serkeftinê diyarî bajêr bikin.
Lîstikvanê Batman Petrolsporê Atabey Çîçek jî got, “Me sezoneke gelekî xweş derbas kir. Ez dixwazim di maçên mayî de piştgiriyê bidim tîma xwe û em bigihin cihekî hîn baştir.”
Lîstikvanê bi navê Îshak Çakmak jî got, “Par jî me Lîga Yekemîn heq kiribû lê xeyala me nîvco mabû.
Em par pir xemgîn bûbûn lê îsal em dê gelekî kêfxweş bibin. Parolaya me 3 puan e. Em dê şahiya şampiyoniyê li vî bajarî bikin.”
Êlih bi alayên sor û spî hat xemilandin
Eger tîma Êlihê 3 puanan bi dest bixe, cudahiya puanan a li gel Muglasporê dê derkeve 11an û ev yek şampiyoniyê mîsoger dike.
Serokê Batman Petrolsporê Hakan Toy jî got, “Petrolspor rûmeta vî bajarî ye. Em dixwazin hesreta şampiyoniyê bi dawî bikin.”
Alîkarê Serokê Batman Petrolsporê Mert Nasiroglu jî got, “Înşallah bi baran û bereketa biharê re, em dê bi hev re bibin şampiyon.”
Li navenda bajêr kelecana şampiyoniyê her ku diçe zêde dibe.
Cade û kolan bi alayên Batman Petrolsporê û pankartên pîrazkirina şampiyoniyê hatine xemilandin.
Alîgirên tîmê dibêjin ew ji bo piştgiriya herî mezin amade ne.
Alîgirê bi navê Kemal Demîr got, “Bila tenê bibin şampiyon, her tişt ji bo wan amade ye.
Alîgirê bi navê Mele Remezan jî got, “Ez dixwazim tîma me bibe şampiyon, ez bi wan serbilind im.”
Dawiya hesreta 25 salan
Batman Petrolspor par di fînala playoffê de bi penaltiyan li hemberî Wansporê winda kiribû û xeyala wê ya Lîga Yekem a Tirkiyeyê nîvco mabû.
Îsal tîm bi biryardariyeke mezin dixwaze dawî li bendewariya 25 salan bîne û bêhna petrola bajêr bigihîne lîga bilind.