Şahiya Lîga Super a Amedsporê: Bi hezaran kes li qadan bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê ya ku ji Lîga Yekemîn a Trendyolê derket Lîga Super a Trendyolê, li Amedê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.

Tîma Amedsporê û birêvebirên wê di hefteya 38an û ya dawî ya Lîga Yekemîn a Trendyolê de li deplasmanê li gel Alagoz Holdîng Idir FKyê 3-3 wekî hev man.

Bi vê encamê Amedspor derket Lîga Super a Trendyolê.

Lîstikvan û birêvebirên tîmê bi balafirê gihîştin Balafirgeha Amedê.

Pêşwazîkirina li balafirgehê

Gelek alîgirên ku flamayên Amedsporê di destên wan de bûn, li balafirgehê tîma ku ji Îdirê hatibû pêşwazî kir.

Lîstikvan û birêvebir piştî ku li otobusê siwar bûn, bi konvoyeke dirêj a wesayîtan derbasî Newroz Parka li navçeya Rezanê ya Amedê bûn.

Lîstikvanên li ser otobusê silav da alîgirên xwe.

Alîgirên ku ji bo derketina tîma Amedê ya Lîga Super şahî li dar xist, li qadê govend gerand.

Wan her wiha meşale vêxistin û bi nîşandana fîşekên hewayî beşdarî kêfxweşiya tîma xwe bûn.