Kîjan tîmên Lîga Super Amedspor pîroz kir?

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor doh li Îdirê bi Igdir FKyê re 3-3 ma û derbasî Lîga Super a Tirkiyeyê bû.

Gelek tîmên Lîga Super ên wekî Galatasaray, Fenerbahçe û Beşiktaşê Amedspor pîroz kir lê hinek tîman jî Amedspor pîroz nekiriye.

Heta wekî kêliya amadekirina vê nûçeyê (03.05.2026, demjimêr: 18:10) lîsteya tîmên ku Amedspor pîroz kiriye û nekiriye bi vî rengî ye:

Tîmên ku Amedspor pîroz kiriye

Galatasaray

Fenerbahçe

Beşiktaş

Goztepe

Başakşehir

Çaykur Rizespor

Gaziantep

Alanyaspor

Kaşimpaşa

Tîmên ku Amedspor pîroz nekiriye

Trabzonspor

Samsunspor

Konyaspor

Kocaelispor

Gençlerbirligi

Eyupspor

Antalyaspor

Kayserispor

Fatih Karagumruk SK