Lijneya Şêwrê ya Amedsporê namzedê xwe yê serokatiyê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Şêwrê ya Amedsporê bi rojeva biryara kongreya awarte civiya.

Amedsporê ji ber dozên ku li dijî serok û hinek birêvebirên wê hatine vekirin biryara kongreyê dabû û dê 18ê Çiriya Pêşîn kongreya awarte li dar bixe.

Di kongreyê de dê serokê 8emîn ê kulubê were hilbijartin.

Lijneya Şêwrê ya Amedsporê piştî hevdîtinên ku nêzîkî sê saetan ajot, Serokê berê yê Baroya Amedê Nahît Eren wekî namzedê serokatiyê destnîşan kir.

Tê payîn Erenê ku bi biryara hevpar a hemû endaman wekî namzed hatiye nîşandan, wekî tekane namzed beşdarî kongreyê bibe.

Her wiha di civînê de biryar hat dayîn ku ji bo wergirtin û nirxandina serlêdanên serok û endamên nû yên lijneya birêvebiriyê ya bi awayekî objektîv komîsyoneke taybet bê avakirin.

Hat ragihandin ku di encama şêwran de, pêşniyara ku bi nêrîneke hevpar a lijneyê derketiye holê ku Endamê Lijneya Şêwrê yê niha Nahît Eren bibe namzedê serokatiyê, ji komîsyona ku hatiye avakirin re hatiye şandin.

Lijneya Şêwrê ya Amedsporê di daxuyaniya xwe ya ji bo raya giştî de spasiya serokê niha û endamên lijneya birêvebiriyê kir ku heta pêvajoya kongreyê bi dawî bibe li ser karê xwe ne û ji ber hemû keda wan a ji bo kulubê spasiyên xwe pêşwext pêşkêş kirin.

Lijneyê hêvî kir ku kongreya awarte ji bo Amedsporê û girseya wê ya mezin a alîgiran li ser xêrê be.

Nahît Eren kî ye?

Nahît Eren sala 1978an li navçeya Pasûrê ya Amedê ji dayîk bûye û xwendina xwe ya seretayî, navîn û lîseyê li Pasûrê temam kiriye.

Eren sala 2000î ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê der çûye û di Komîsyona Çapemenî û Weşanê ya Baroya Amedê de endamtiya lijneya weşanê (2002-2004), Serokatiya Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Amedê (2004-2006), Alîkariya Serokatiya Baroya Amedê (2012-2014) û endamtiya Lijneya Birêvebir (2016-2018) kiriye.

Eren du serdeman Serokatiya Baroya Amedê kiriye, zewicî ye û bavê 3 zarokan e.