Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku gera yekem ji xula 8em a şampiyoniya Ewropayê bidawî hat, derket ku tîma Real Madrîd bi rahêneratiya Karlo Angelotti heta niha asta herî baş di nav tîmên şampiyoniyê de ji destpêkê de, pêşkêş dike.
Rojnameya Marka ya Spanî, a taybet bi werzişê, nexşeyek belav kiriye ku tê de tîm û rahênerên herî baş di şampiyoniya Ewropayê de diyar dike.
Li gorî nexşeyê, rahêner Karlo Angelotti û tîma wî R. Madrîd di pêşenga yaneyên herî baş de hatiye, ku di çarçoveya lîstikên şampiyoniyê de 9 yarî lîstiye ku ji wan 8 serkeftin bidest xistine û dî lîstikekê de wekhev bûye.
Di wan her 9 lîstikan de, R. Madrîd 32 gol tomar kirine û tenê 7 gol lêdane, herwiha stêrka wê tîmê Kristiano Ronaldo bi 14 golan pêşeng e.
Di pileya duyem de, tîma duyem a paytexta Spaniyayê, Atlético Madrîd, bi rahêneratiya Diego Simeone tê, ku ji 9 lîsikan 7 caran serkeftin tomar kiriye û 2 caran jî wekhev bûye, lîstikvanên wî 21 gol tomar kirine herwiha 5 lê dane.
Herwiha rahênerê Fransî Laurent Blanc û tîma wî Paris Saint-Germain di pileya sêyem de di nav tîmên herî baş di şampiyoniya Ewropayê de tê, PSG 7 serkeftin û yek wekhevî tomar kiriye û tenê di yek lîstikê de şikestiye, hejmara golên wê 25 gloin û 7 glo jî lê dane.
Her yek ji tîma Barselona bi rahêneratiya Tata Matino û tîma Bayern Muchen bi rahêneratiya Pep Guardiola, di pileya çarem de hatine, ew du tîm 6 caran biser keftine, 2 caran wekhev bûne û carekê şikestine, lîstkivanên her yek ji Barselona û B. Munchen 21 gol tomar kirine herwiha 7 gol jî li wan hatiye dayîn.
Her du tîmên Ingêltrayê jî, Manchster United bi rahêneratiya David Moyes û tîma José Mourinho, Chelsea, û tîma Borussia Dortmund ye Elmanî bi rahêneratiya Jûrgen Klopp di dawiya lîsteyê de hatine, her yek ji her sê tîmaên han tenê 5 serkeftin bidest xistine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse