Batman Petrolspor ber bi şampiyoniyeke dîrokî ve dimeşe
Hewlêr (Rûdaw) – Îro maçeke dîrokî ya tîma futbolê ya Batman Petrolsporê heye.
Tîm dixwaze gaveke pir girîng ber bi şampiyoniya vê sezonê ya Lîga Duyemîn a Tirkiyeyê ve biavêje.
Di çarçoveya hefteya 31ê ya Lîga Duyemîn de, îro saet 15:00an Batman Petrolspor li qada xwe û li ber alîgirên xwe li hemberî Muglasporê dilîze.
Serkeftina di vê maçê de dê tîma Bakurê Kurdistanê nêzîkî destkeftiyeke mezin û dîrokî bike.
Beriya vê maçê, Batman Petrolspor bi 73 puanan di rêza yekem de ye.
Muglaspor jî bi 65 puanan di rêza duyem de cih digire û cudahiya di navbera her du tîman de 8 puan in.
118 roj in têk neçûye
Tîma Êlihê 118 roj in têk neçûye. Batman Petrolspor 17 maç in qet têk neçûye.
Cara dawî ya ku têk çûbû 7ê Kanûna Pêşîn a 2025an bû ku li hemberî Muglasporê 2-0 winda kiribû.
Ji wê rojê ve ti tîman Batman Petrolspor têk nebiriye.
Her wiha tîma sor û spî ya Bakurê Kurdistanê di 6 maçên xwe yên dawî de hemû serkeftin bi dest xistine.
Ji bo maça îro li Êlihê amadehiyeke pir mezin hatiye kirin.
Çend roj in li her derê behsa vê maçê tê kirin.
Kampanyayên mezin hatine destpêkirin û alîgir bi awayekî girseyî formayên tîmê dikirin.
Alîgirên Batman Petrolsporê amadehiyên xwe temam kirine ku îro stadyumê bi rengên sor û spî bixemilînin.
Tê çaverêkirin ku zêdetirî 15 hezar alîgir ji bo piştgiriya tîmê li stadyumê amade bin.
Heger tîma Êlihê îro bi ser bikeve, dê gaveke pir girîng ber bi şampiyoniya Lîga Duyemîn a Tirkiyeyê ve biavêje.
Bi serkeftina îro re cudahiya puanan dibe 11 û di 4 maçên mayî de dê tenê 1 puan ji tîmê re lazim be ku şampiyoniyê misoger bike û derkeve Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê.
Batman Petrolspor sala 2022yan piştî 26 salan di Lîga Sêyemîn de bûbû şampiyon û derketibû Lîga Duyemîn.
Piştî nêzîkî çar salan, tîm niha li ber destkeftiyeke din a dîrokî ye ku bibe şampiyona Lîga Duyemîn û derkeve lîga jortir.
Batman Petrolspor tîmeke 66 salî ye. Stadyuma wê ya bi navê "Batman Şehîr" 15 hezar kesî hildigire.