Li Îtalyayê Inter bû şampiyon

Hewlêr (Rûdaw) - Intera Lîderê Lîga Yekemîn a Futbolê ya Îtalyayê (Serie A), beriya ku lîg biqede bi sisê hefteyan şampiyoniya xwe ragihand.

Interê di hefteya 35an a lîgê de li stadyuma xwe mêvandariya Parmayê kir.

Tîma Milanoyê bi golên Marcus Thuram a di xuleka 45+1ê de û gola Henrikh Mkhitaryan a di xuleka 80yî de ji qadê bi encama 2-0 derket.

Bi vê encamê re Interê puanên xwe derxistin 82yan û ferqa puanan a bi tîma herî nêzîk Napoliyê re kir 12.

Inter bi vê yekê re gihişt 21emîn şampiyoniya di dîroka xwe de.