Mardin 1969 û Muşspor ji bo Lîga Yekem derdikevin qadê

Hewlêr (Rûdaw) - Mardin 1969 Spor û Muşspor îro derdikevin maçên rovanşê yên play-offa Lîga Duyem a Tirkiyeyê û ji bo Lîga Yekem têdikoşin.

Di maça yekem a nîvfînala play-offê de, Mardin 1969a ku di “Koma Sor” de cih digire, bi tîma Mereşê (Kahramanmaraşspor) re 0-0 wekî hev ma.

Maça rovanşê îro li Mêrdînê ye, listîk demjimêr 15:00an dest pê dike û her du tîm dê ji bo fînala play-offê têbikoşin.

Muşspor û Aliaga

Mûşspor jî di lîstika yekem de li Îzmîrê bi Aliagayê re 1-1 wekî hev ma.

Muşspor jî di “Koma Sor” a Lîga Duyem a Tirkiyeyê de ye û îro bi Aliagayê re derdikeve lîstika rovanşê.

Maç demjimêr 15:00an dest pê dike û li Mûşê ye û tîma ku bi ser bikeve dê derbasî fînalê bibe.

Batman Petrolspor bû şampiyon

Di Lîga Duyem a Tirkiyeyê komên “sor” û “spî” hene.

Tîma Batman Petrolsporê ya Êliha Bakurê Kurdistanê di “Koma Spî” de bû şampiyon û derbasî Lîga Yekem bû.

Mardin 1969 û Muşspor jî di “Koma Sor” de dilîzin û her du jî niha li play-offê ne û heke vê turê derbas bikin dê di maça fînalê de werin pêşberî hev.