Devlet Bahçelî Amedspor pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, ji ber derketina Lîga Super a Tirkiyeyê Amedspor pîroz kir.

Devlet Bahçelî ji ber vê serkeftinê peyameke pîrozbahiyê ji Serokê Amedsporê Nahît Eren re şand.

Bahçelî di peyama xwe de got, "Ez ji dil bawer dikim ku dê Amedspor di rêwîtiya xwe ya Lîga Super de hiqûqa biratiyê derxe pêş û tevkariyeke erênî li yekîtiya me bike."

"Serkeftineke watedar e"

Devlet Bahçelî di peyama ku ji Nahît Eren re şandiye de wiha got:

"Amedspora ku sala 1990î hatiye avakirin û reng, kelecan û nefeseke nû daye werzişa Tirk, di dîroka xwe de cara ewil derketiye Lîga Super. Ev yek min kêfxweş dike.

Ez vê serkeftina watedar li ser navê Ameda me û futbola Tirk wekî bipêşketineke biqîmet dinirxînim.

Bajarê me Amed bi kûrahiya xwe ya dîrokî, dewlemendiya xwe ya çandî û hafizeya xwe ya qedîm yek ji bajarên me yên herî biqîmet e.

Ez hêvî dikim ku bi vê serkeftina sportîf ji aliyê civakî, çandî û aborî ve zêdetir zindî bibe.

Baweriya min tam e ku dê derketina tîma we ya futbolê ya Lîga Super, tevkariyê li xurtbûna nirxê markeya bajarê me bike.

Her wiha dê bibe sedem ku ciwanên me berê xwe bidin werzişê û ruhê yekker ê futbolê bigihêje girseyên berfirehtir."

"Ez birêvebir û lîstikvanan pîroz dikim"

Serokê MHPyê di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser yekîtî û piştevaniyê û wiha pê de çû:

"Ji ber vê yekê, ez ji dil bawer dikim ku dê Amedspor di rêwîtiya xwe ya Lîga Super de bi têgihiştineke ku ruhê fair playê, exlaqê werzişvanî û hiqûqa biratiyê derdixe pêş tevbigere û dê tevkariyên erênî li avhewaya aramî, yekîtî û piştevaniyê ya Tirkiyeya me bike.

Bi van hest û ramanan di şexsê we de di serî de birêvebirên hêja yên Amedsporê; ez desteya teknîkî, lîstikvan, xebatkarên klubê û alîgirên Amedsporê yên ku di bidestxistina vê serkeftina dîrokî de keda wan heye yek bi yek pîroz dikim.

Ez hêvî dikim ku sezona 2026-2027an ji bo Amedsporê, Ameda me û futbola Tirk bi xêr be."