Amedsporê gol barandin: 4 gol avêtin Keçîorengucuyê

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê îşev di maça li mala xwe de bi encama 4-1 zora Keçîorengucuyê bir û 3 puan standin.

Amedspor di çarçoveya hefteya 9emîn a Lîga Yekemîn a Trendyolê de li “Stadyuma Diyarbakirê” mazûvaniya Keçîorengucuyê ya tîma Enqereyê kir.

Maçê saet 19:00an dest pê kir.

Tîma kesk û sor di nîva yekem de bi 3-0 bi pêş ket.

Transferê nû yê Amedsporê Mbaye Diagne xulekên 7 û 15an 2 gol li pey hev avêtin.

Xuleka 29an jî Aytaç Kara golek avêt û nîva yekem bi serkeftina Amedsporê ya 3-0 bi dawî bû.

Amedsporê nîva duyem jî serdestiya xwe domand û Dia Saba xuleka 54an golek avêt û encam bû 4-0.

Gola tekane ya Keçîorengucuyê jî xuleka 90î ji aliyê Halîl Can Ayhan ve hat avêtin.

Amedsporê bi vê serkeftinê 3 puanên girîng bi dest xistin û di lîgê de derket rêza 5an.